BI DÎMEN

Li Tambovê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li bajarê Mîçûrînsk ya navçeya Tambovê ya Rûsyayê, salvegera 41’an a têkoşîna çekdarî ya ku Tevgera Azadîya Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de dayî destpêkirin hat pîrozkirin.

Li bajarê Mîçûrînsk ya navçeya Tambovê ya Rûsyayê, salvegera 41’an a 15’ê tebaxê li Navenda Mala Çand û Hunerê ya herêmê bi coş hate pîroz kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Hevseroka Meclîsa Mîçurinskê Gulizera Hesen di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Ev roj ji bo me rojeke pîroz e. 15’ê Tebaxê di gelê Kurd de hêvî û bawerîya azadîyê da avakirin. Şehîdê mezin Mahsûm Korkmas (Egîd) û bi hezara şehîdên vê dozê em bi bîr tînin û bejna xwe ber wan ditewînin.”

Her wiha Endamê Meclîsa Mîçûrînskê Simo Simoî gel û mêvan bi boneya cejna 15’ê Tebaxê pîroz kir û got: “Pêvajoya ku îro Rêber Apo daye despêkirin malê tevahî cihanê ye. Em 15’ê Tebaxê roja vejinê li Rêberê xwe pîroz dikin. Ji her demê bêtir pêwîste em kar û xebatên xwe pêşbixin. Yekîtîya Kurdan di hemû milî de wê bibe bersiva vê pêvajoyê.

Piştî axaftinan hunermend derketin pêş gel û hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma Barîn û Agirî bi govendê û Hunermend Ahmed Axmêdov û Hozan Şemdîn jî stranên gelerî pêşkeş kirin. Şahî bi coşeke mezin û gerandina govendê û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.