BI DÎMEN

Li Sydneyê li ser şoreşa Rojava resepsiyon hate lidarxistin

Li Sydneyê, li Parlamentoya Eyaletê resepsiyonek li ser mijara Şoreşa Rojava li dar xis. Nûneran bal kişandin ser mafê çarenûsa gelan û peyama têkoşîna ji bo pêşerojeke azad dan.

Li Sydneyê, bi organîzasyona Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê û Partiya Keskan resepsiyonek li Parlamentoya Eyaletê hate lidarxistin.

Di resepsiyonê de Parlamenterên Partiya Karkeran a desthilatdar Anthony D’Adam, Charisma Kayliyanda, Peter Primrose, Parlamenterên Partiya Keskan Abigail Boyd, Kobi Shetty, Cate Faehrmann, Jenny Leong û Amanda Cohn, Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê Brusk Ayveri, Hevseroka DKTM Gulay Alkan, rêveberên Konseya Neteweyî ya Ermeniyan Michael Kolokossian û Sebastian Majarian, nûnera civaka Dûrzî Lily Druze, Keşeyê Dêra Yekbûyî Bill Crews, berendamê parlamenteriyê yê Partiya Karkeran Dilvan Bircan, endamên meclîsa şaredariyê yên Partiya Keskan İsmet Taştan, Liz Atkins, Izabella Antoniou, Olivia Barlow û Ludovico Fabiano, endamên meclîsa şaredariyê yên Partiya Karkeran Immanual Selvaraj û Susai Benjamin, û nûnerên Tifaqa Sosyalîst Peter Boyle û Pip Hinman amade bûn.

Parlamenterê Partiya Keskan Abigail Boyd, ku axaftina vekirinê ya çalakiyê kir û got, “Em her dem di nava hevgirtinê de ne bi gelê Kurd re, ku xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye, û bi têkoşîna wan a azadiyê re bûn. Di çarçoveya vê hevgirtinê de, me di demeke nêzîk de şandeyek şande Rojava. Em ê di nava têkiliyeke nêzîk de bi gelê Kurd û Rêveberiya Xweser a Rojava re bin.”

Piştre nûneran peyamên xwe dan.

Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê Brûsk Ayveri, bal kişand ser destkeftiyên Şoreşa Rojava yên ji bo mirovahiyê û diyar kir ku gelê Kurd li hember hişmendiyeke tarî mîna DAIŞ’ê, ku gef li mirovahiyê tevahî dixwar, bi berdêlên gelek giran bi ser ket. Ayveri got, “Paradîgmaya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurd, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Dûrzî, Tirkmen û Ereb li ser bingeha wekheviyê gihandin jiyaneke demokratîk û azad. Ji bo ku pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo dest pê kiriye, bigihêje serkeftinê, divê Awistralya jî bi awayekî çalak piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”

Berendamê parlamenteriyê yê Partiya Karkeran Dilvan Bircan jî tekez kir ku berxwedana jinên Kurd a wêrekî, hêvî û çavkaniya îlhamê ye.

Keşeyê Dêra Yekbûyî Bill Crews, ku axaftina xwe bi bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava bi rêz û hurmet dest pê kir, got, “Ji bo ku em bi azadî bijîn, wan canê xwe dan ber xwe. Em gelek deyndarê wan in. Divê em li Rojava xwedî derkevin da ku zarok bi aştî û azadî bijîn û Kobanê dubare nebin.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Balmain İsmet Taştan û endamê Partiya Keskan Baran Soğut, ku bi şandeyeke bi serokatiya Senatorê Keskan David Shoebridge ji bo hefteyekê seredana fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn, di axaftinên xwe de behsa xebatên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û nirxandinên xwe yên li ser Rojava anîn ziman.

Lily Druze jî, ku li ser navê civaka Dûrzî axivî, bal kişand ser zext û komkujiyên li ser civaka Dûrzî ya li Siwêydayê û got, “Dûrzî jî mîna gelê Kurd di bin gefa qirkirinê de dijîn. Rêya ji holê rakirina vê gefê, bilindkirina têkoşînê û afirandina pêşerojeke azad e.”

Nûnerê Tifaqa Sosyalîst Peter Boyle jî got, “Encamên ku Şoreşa Rojava afirandin, li tevahiya cîhanê bandoreke mezin çêkirin. Wan çespand ku bi modela jiyana civakî ya ku azadiya jin û ekolojiyê bingeh digire, gengaz e ku bawerî û etnîsîteyên cuda bi hev re di nava aheng û demokratîk de bijîn.”

Çalakî bi konsera muzîkê bi dawî bû.