Li Sydneyê di şeva piştgiriya bi KNK’ê re Şoreşa Rojava hat silavkirin
Li bajarê Sydneyê ya Awûstralyayê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şeva piştgiriyê hate lidar xistin. Di çalakiya li vir de Şoreşa Rojava hate silav kirin.
Li bajarê Sydneyê ya Awûstralyayê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şeva piştgiriyê hate lidar xistin. Di çalakiya li vir de Şoreşa Rojava hate silav kirin.
Şeva piştgiriya bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Sydney ya Awûsturalya hate lidar xistin. Di çalakiyê de 13’emîn salvegera Şoreşa Rojava hate silav kirin û banga xwedîderketinê li banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo hat kirin.
Hevserokên NCDK'ê Emirxan Koçgirî û Gulay Alkan banga Rêber Apo û Şoreşa Rojava silav kirin û banga xwedîderketinê kirin.
Endamê KNK’ê yê ji Başûrê Kurdistanê Serbest Fatah, di axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo ji bo yekîtiya neteweya Kurd pêş bikeve kedek mezin raber kiriye û got, “Rêber Apo mîmarê Şoreşa Rojava ye. Rêya ku tevahî Kurd azad bibin û bibin xwedî statû, ew e ku felsefeya Apoîzmê bi jiyanî bikin.”
Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awûsturalya Brûsk Ayverî, ewil Şoreşa Rojava û mîmarê wê Rêber Apo silav kir û got, “Di qonaxeke ewçen krîtîk a dîrokê de ku gef û êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd giran bûne, derfet û mercên bidestxistina azadiyê jî bi pêşengiya Rêber Apo hatine avakirin. Tenê rêya rizgariya me weke gel li dora Rêber Apo bûyîna yek e.”
Nûnerê KNK’ê yê Sydney Timîr Tatvan, jî diyar kir ku divê destkeftî werin parastin û têkoşîn were xurtkirin.
Çalakî bi bernameyeke çandî ya ku hunermend Hozan Xanemîr, Roj û Ozgur Ardil pêşkêş kirin û bi gerandina govendê re, bi dawî bû.