Li Sydneyê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li bajarê Sydneyê yê Evûstralyayê hate protestokirin.

Bi banga Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk ji bo protestokirina dewleta Tirk mîtîngek hate kirin.

Çalakî li qada Town Hallê hate kirin û êrîşên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin di salvegera qirkirina Ermenan de ev êrîşên dagirker hatine destpêkirin û bi vê re dixwazin peyama qirkirinê bidin Kurdan.

Nivîskarê rojnameya Çepa Kesk Peter Boyle diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê sûcê şer dike û ev sûc nayên dîtin. Boyle got “Li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî tên bikaranîn û xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Vê qirkirina dewleta Tirk ji ya Îsraîlê xerabtir e"

Li ser navê Konseya Eelam a Tamîlan Johnny Denîz diyar kir ji bo piştgiriyê bide Kurdan ew tevlî çalakiyê bûye û got “Qetlîama ku Srî Lanka li ser me dike, dewleta Tirk jî li Kurdistanê dike. Em bang li raya giştî dikin ku bila li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.”