Li Swîsreyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Piştî kongreyên meclîsê yên li gelek bajarên Swîsreyê hatin lidarxistin, çalakiyên 4'ê Nîsanê hatin lidarxistin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Bern, Aarau, Basel û Solothurn ên Swîsreyê bi pêşengiya meclîsên jinan çalakiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyê de peyam hat dayîn ku sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd.

Kurdistaniyên ku li gelek navendan kongreyên meclîsên herêmî organîze kirin, piştî kongreyê bi boneya 4'ê Nîsanê çalakiyên pîrozbahiyê li dar xistin. Kongreyên meclîsê îsal bi dirûşmeya 'Xwe bi rêxistin bike, serkeftinê misoger bike' hatin lidarxistin.

Piştî kongreyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Aaraû, Komuna Jinê ya Pinar a Solothurnê, Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a li Lûzernê û Komuna Jinê ya Winterthurê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê wê bi şîara "Azadiya te azadiya me ye" bi çalakiyên curbecur sibe li bajarên Swîsreyê bê lidarxistin.

CENEVRE

 

BERN