Li Swîsreyê Mereşî di şahiyê de hatin ba hev
Mereşiyên li Swîsreyê, di şahiya ji aliyê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê ya Swîsreyê (MARDEF) ve hatî organîzekirin de, hatin ba hev.
Mereşiyên li Swîsreyê, di şahiya ji aliyê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê ya Swîsreyê (MARDEF) ve hatî organîzekirin de, hatin ba hev.
Şahî li salona Gemeindesaal Breiten a li bajarê Rothrist hate lidarxistin. Ji xeynî Mereşiyên li Swîsreyê, parlamenterê CHP’ê yê Mereşê Alî Oztunç, parlamenterê berê yê HDP’ê Mahmut Tugrul, Hevserokên Giştî yên MARDEF’ê Mehmet Ustek û Elîf Sonzamanci jî beşdar bûn.
Şahî ji bo şehîdên demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên MARDEF’ê yên Swîsreyê Gulistan Golgelî û Erhan Yapici axivîn û bal kişandin ser girîngiya yekîtî û piştevaniyê. Yapici diyar kir ku bi taybetî di erdheja 6’ê Sibatê de hêza civaka rêxistinkirî hate dîtin û bang li her kesê kir ku bibin endamên MARDEF’ê.
Parlamenterê CHP’ê Alî Oztunç di axaftina xwe de bal kişand ser gefên li Tirkiyeyê li hemberî demokrasiyê û ev tişt got, “Dema qeyûm li şaredariyên HDP’ê hate tayînkirin, em li dijî nerabûn, ev şaştiyek mezin bû. Divê her ji despêkê ve em li dijî rabiban. Îro jî divê hêzên demokrasiyê bên ba hev û li dijî rejîma yek mêr rabe.” Oztunç destnîşan kir ku piştevaniya Mereşiyên li Ewropayê ya di erdheja Mereşê de girîng e û got, “Civaka rêxistinkirî dikare gelek tiştan bi ser bixe. Ji bo em car din cemxaneyên xwe ava bikin, divê em bi hev re bixebitin.”
Parlamenterê berê yê HDP’ê Mahmut Tugrul jî têkildarî pêvajoya siyasî wiha got, “Em ji AKP’ê na, ji gel û rêxistina xwe bawer dikin. Li dijî xespên mafan li kuderê dibe bila bibe, em ê bi berxwedêran re bin.”
Her wiha Tugrul diyar kir ku armanca esas a sîstemê ew e ku mirovan li herêma Mereşê nehêle û ev bang kir: “Xelkê Elewî yê Kurd divê dest ji xak, nasname û baweriya xwe ti carî bernede.”
Şahî bi bernameya muzîkê ya Haluk Tolga Îlhan, Huriye Ahuzar, Yuksel Bahçecî, Evrîm Alî, Koma Gulasor, Kilamên Mereşê û koma davul-zurnayê dewam kir. Beşdar heya derengî şev bi stran û gerandina govendê bi coş bûn.