BI DÎMEN

Li Swîsreyê Kurd wê konferansa serdema nû lidar bixin

Kurdên li Swîsreyê dijîn, wê konferanseke bi sernavê ‘’Birêxistinbûna Civaka Demokratîk û erkên me yên serdema nû’’ li dar bixin.

Banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya 27’ê Sibatê li Ewropayê bandora xwe nîşan dide. Herî dawiyê li gel meşa 8’ê Mijdarê a li bajarê Kolnê, ji bo Kurdên li Ewropayê dijîn veguherî beyaneke îradeyê.

Saziyên Kurdan ên li Swîsreyê, hem xebatên têkildarî 8’ê Mijdarê hem jî li gel semîner û konferansên ku bi mehan e tên domandin xwe ji serdeme nû re amade dikin. Di vê çarçoveyê de wê dawiya vê hefteyê konferansa bi sernavê ‘’Birêxistinbûna Civaka Demokratîk û erkên me yên serdema nû’’ ya ku wê du rojan berdewam bike, were lidarxistin.

Wê bi rêya konferansa ku wê bi beşdarbûna 100 delegeyên ku di wê di navbera 15-16’ê Mijdarê de li meclîsên xwecihî werin hilbijartin, wê modela birêxistinbûna nû were nîqaşkirin. Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr têkildarî konferansê ji ANF’ê re axivîn û anî ziman ku konferansa ku wê li Swîsreyê were lidarxistin, wê weke bersiveke ji bo banga Rêber Apo be û bi awayekî xurt xwedî li vê bangê were derketin.

Ji banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê heya niha têkildarî pêvajoya nû li Swîsreyê çi pêngav hatin avêtin?

Dîlan Çetînkaya: Banga 27’ê Sibatê, banga hevdîtina gelê Kurd a bi Rêber Apo re ya ji nû ve bû. Piştî tecrîda mutleq a çar salan ev bang girîng bû. Wêneyek jî be dîtina Rêber Apo girîng bû. Kirina vê bangê di serî de berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê encameke têkoşîna bi biryar ya gerîlayan, hevrêyên girtî û gelê me ya li hemû qadan e.

Banga 27’ê Sibatê ne bangeke nû bû. Di rastiyê de ew tişt bûn ku Rêber Apo bi salan dianî ziman. Lê belê heya roja îroyîn muxatabek nedidît. Dibe ku di vê serdemê de hinekî derketina vî muxatabî girîng bû.  

Girîngtirîn aliyê 27’ê Sibatê rexneya ji bo Sosyalîzma Reel e. Ev rewşeke wisa ye ku divê em bi awayekî israr li ser bisekinin û rexnedayînê bikin. A rastî dîroka qebûlkirina hebûna gelê Kurd û derbasbûna qonaxeke nû ye.

Ev bang, weke li seranserê cîhanê li seranserê Swîsreyê jî bi coşeke cidî hate pêşwazîkirin. Bi taybetî jî di 8’ê Adarê û pîrozbahiyên Newrozê de weke qada Swîsreyê me dît ku gel xwedî li vê bangê derdikeve.

Li saziyan çi hate kirin. Bandorên vê bangê çi bûn?

Cemal Ozdemîr: Di destpêkê de di dema bangê de li hemû Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ekranên mezin hatin vekirin û me li gel gelê xwe bi coşeke mezin temaşe kir. Piştre perspektîfa ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşkêşkirin û ji aliyê Serxwebûnê ve hate weşandin li navendan hate xwendin û nîqaşkirin. Têkildarî fêmkirina pêvajoyê gelek civîn hatin lidarxistin.

Hûn ê dawiya vê hefteyê civînekê li dar bixin. Amadekariyên têkildarî vê yekê çi ne?

Dîlan Çetînkaya: Li gel 27’ê Sibatê û heya dawiya Hezîranê li qada Swîsreyê xebatên têkildarî fêmkirina pêvajoyê hatin birêvebirin. Hemû daxuyaniyên ji aliyê Rêbertî ve hatin dayîn, weke perwerdeyê hatin dîtin. Piştî Kongreyê manîfestoya Rêbertî li 35 navendên Swîsreyê hatin xwendin û nîqaş hatin kirin. Em dikarin bibêjin ku me heya meha Îlonê pêvajoyeke perwerdeyê derbas kir.

Li qada Swîsreyê bêyî em li benda encaman bimînin û bisekin, ji roja ewil û pê ve xebatên me yên têkildarî fêmkirina pêvajoyê dewam kirin. Di civîna KCDK-E’yê de biryara lidarxistina konferansên xwecihî hat standin.  Weke qada Swîsreyê jixwe ji destpêkê ve me xebatên fêmkirina pêvajoyê bi rê ve birin. Di vê çarçoveyê de xebatkarên meclîsên me, komîsyonên me yên perwerdeyê xebatên cidî bi rê ve birin.

Di 11 qadan de konferansên herêmî hatin lidarxistin. 650-700 kes beşdarî konferansên herêmî bûn. Li gel hilbijartinên li van deran hatine kirin, bi delegasyoneke 100 kesî em konferansa welêt lidar dixin. Em êdî mezintir dibin. Êşên vê yekê hene lê belê em ê wan jî derbas bikin. Em ê pêvajoya guherîn û veguherînê pêk bînin. Di xala beşdarbûna konferansê de daxwaza gelek hevalan heye, lê belê li gorî şert û mercên heyî dikare bes bi vê hejmarê were lidarxistin. Em hê nû destpê dikin û wê dewama wê bi awayekî xurt were.

Di vê navberê de têkildarî mitînga 8’ê Mijdarê ya Kolnê xebat hatin kirin. Bandorên vê çawa bûn?

Cemal Ozdemîr: Weke qad, têkildarî meş û mitînga 8’ê Mijdarê ya Kolnê ya sêyemîn xebateke du mehan hate birêvebirin. Li Navendên Civaka Demokratîk li gel civînên gel ev pêvajo ji gel re hate veguhestin. Bi taybetî mal bi mal hate gerîn hem ji gel re pêvajo hate veguhestin hem jî banga tevlîbûna meşê hate kirin. Weke qada Swîsreyê jî tevlîbûneke xurt pêk hat. Tevlîbûna ji vê mitîngê re ev yek derxist holê. Gelê Kurd, roj bi roj zêdetir banga Rêber Apo fêm dike û xwedî lê derdikeve.

Dewleta Elmanyayê rêgeh guherand. Destûr neda pira ku salên beriya niha dihejiya. Êdî hemû kes dizane ku gelê Kurd hemû caran xwedî li Rêberê xwe derdikeve.

Di vê çalakiyê de hem peyamek ji Tirkiyeyê re hate dayîn hem jî ji welatên Ewropayê re. Ji Tirkiyeyê re ev yek hate gotin; Gelê Kurd li pişt Rêber Apo ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê meşandina vê pêvajoyê ve girîng e. Di serî de Ewropa ji dewletên cîhanê re jî hate gotin ku gelê Kurd şer naxwaze û bi rêyên aitiyane daxwaza mafên xwe dike.

Wê di konferansê de nîqaşa çi û çi were kirin? Bi vê konferansê hûn çi armanc dikin?

Dîlan Çetînkaya: Ev konferans di rastiyê de piştî banga 27’ê Sibatê weke qada Swîsreyê ji aliyê xebatên ku hatine birêvebirin ve bû xaleke girîng. Xebatên ku heya niha hatine kirin, hinekî din têkildarî fêmkirina pêvajoyê bûn. Rexne û pêşniyarên têkildarî serdema nû yên li meclîsên me yên xwecihî hatine kirin, wê bi awayekî zêdetir werin nîqaşkirin û têkildarî paşerojê nexşerê derkeve holê.

Mijarên sereke yên konferansê wê pêvajoya nû ya avakirinê, pirsgirêkên me yên sereke, dîplomasî, birêxistinbûna komun, entegrasyona demokratîk, birêxistinkirina aboriya xwecihî û kooperatîf bin.

A rastî em li vir bi 4 nifşan re rû bi rû ne. Em ê li ser pirsgirêkên wan, beşdarbûna wan a ji pêvajoya nû re û rê û rêbazan biaxivin. Gelê me yê ji çar perçeyên Kurdistanê li vir dimînin. Pirsgirêkên her perçeyî yên cuda hene. Dîsa li her perçeyî gelê me yê ji nasname û baweriyên cuda heye. Yekbûna van a li cihekî girîng e. Ev konferans hinekî din wê bibe wesîleya derketina nexşerêya nû. Li Swîsreyê tecrûbeyeke rabirdûyê ya girîng heye. Di serdema nû de em ê ji tecrûbeyên re bibin bersiv. Ez şehîdên ku ev mîrate ji me re hiştine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Rêbertî di hevdîtina dawîn de gotibû ku mal bi mal bigerin û wan birêxistin bikin. Swîsre wê di serdema nû de çi bike?

Cemal Ozdemîr: Rêber Apo hemû caran balê dikşîne ser girîngiya civaka birêxistinkirî. Em weke qada Swîsreyê gelekî zêdetir bi avantaj in. Hem weke girse xwediyê gelekî hesas in hem jî ji aliyê jiyîna demokratîk, azadiyan ve li vir binesaziyeke girîng heye. Ji aliyê birêxistinkirina serdema nû ve em hinekî hewl bidin em ê tekez ser bikevin.

Rêber Apo vê yekê baş dizane, gelekî birêxistinbûna xwe pêk neyne nikare bi ser bikeve. Weke ku em di dîroka şoreşên cîhanî de dibînin gelê ku birêxistinbûna xwe pêk aniye bi hêsanî têk naçe. Em a niha di destpêka pêvajoyekê de ne. Ji bo serketinê jî em ê zêdetir girîngiyê bidin birêxistinkirina gel.