BI DÎMEN

Li Swîsreyê kampanyaya ‘100 hezar qertan’ dest pê kir

Li Sînonê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re bi dehan qert hatin nivîsîn.

Kampanyaya “100 hezar qertan” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in di Girtîgeha Girava Îmraliyê de dîl tê girtin, li paytexta Kantona Vallaîs a Swîsreyê Sîonê hat destpêkirin.

Piştî çalakiya taştê ya bi pêşengiya Centre Culturel Kurde du Valais (Navenda Çanda Kurd a Valaîsê) hat lidarxistin, li ser navê Navenda Çandê Ruşen Tutku têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kampanyaya ku hatiye destpêkirin agahiyan da.

Ruşen Tutku anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 25 salên dîlgirtina xwe de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Girava Îmraliyê de li dijî pergala qirkirinê têdikoşe. Ruşen Tutku bi bîr xist ku li 74 welatên cîhanê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav hatiye destpêkirin û got: “Em weke Kurdistanî bi awayekî aktîf beşdarî vê kampanyayê bûne û bi çalakiyan di nava seferberiyê de ne. Kurd û raya giştî ya bi hesasiyet tevdigerin tecrîda li ser Rêbertî tenê bi wî re sînordar nakin. Dizanin ku ev tecrîd paradîgmaya Rêbertiyê ya alternatîfa modernîteya kapîtalîst e. Ew bi taybetî dixwazin jin û ciwan vê kampanyayê bi xurtî hembêz bikin û peyamê da wan ku tecrîd arasteyî wan e."

Piştî axaftina Ruşen Tutku ji bo ku ji Girava Îmraliyê re bê şandin bi dehan qert hatin nivîsandin.

Kampanyaya “100 hezar qertan” wê vê hefteyê jî li gelek navendên Swîsreyê bidome.