Li Swîsreyê îdîaya li navendên îltîcayê êşkenceya sîstematîk

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê rafigand li Swîsreyê li navendên îltîcayê mafê mirovan bi asta êşkencekirinê têne binpêkirin.

Saziyê diyar kir li navendên ku piranî penaberên ji Efrîkaya Bakur lê dimînin êrîşên fizîkî, cezakirin û îdîayên nîjatperestiyê li raporan hatine nivîsîn, ropartajên bi 32 penaber, peywirdarên ewlehiyê û parêzeran re weşand.

Penaber dibêjin personelên ewlehiyê yên li navendên wan bi nêzîkatiya nîjatperestî ne û seraqet tundiyê li ser wan dikin.

Li Swîsreyê ji 50'î zêdetir navendên penaberan hene. Li navendan li gel penaberên ku nû hatine, kesên ku dosyayên wan ên penaberiyê temam bûne û li benda temambûna prosedûrên dersînorkirinê  ne jî li van navendan dimînin.

Di raporê de tê gotin binpêkirina mafan behsa binpêkirinên di navbeyna Çileya 2020'an û Nîsana 2021'an dike.

Di van raporan de tê diyarkirin peywirdarên şîrketên Securîtas û Protectasê ku ewlehiya navendên penaberan pêk tînin bi êrîşan 14 penaber birîndar kirine.