Heyeta ji Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz, Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK) Ahmet Yaman û Nûrhan Tekdag di çarçoveya danûstandinan de li Parlamenta Federal a Swîsreyê hevdîtin kir.
Heyet bi Parlamenterê Partiya Keskan û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst (SP) Cedric Wermuht û Parlamenterê SP’ê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabiran Molina re rûnişt. Di hevdîtinan de li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin agahî hatin parvekirin.
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz li ser danûstandinan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku di hevdîtinên bi herdu partiyan re pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate nirxandin.
Sumeyye Boz anî ziman ku wan li pêşniyar û nêrînên wan guhdarî kirin û got, “Bi rengekî piştevanî û erênî nêî pêvajoyê dibin.”
Her wiha diyar kir ku di hevdîtinan de karên komîsyona li meclîsê bi erênî hate nirxandin û got, “Anîn ziman ku piştî ku karên komîsyonê gihîşt astekê ew jî dikarin hin pêşniyaran bikin. Bi giştî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û piştgiriya wê dikin.”
Sumeyye Boz ragihand ku serketina pêvajoyê wê di heman demê de bandoreke erênî li têkiliyên Tirkiye û Ewropayê bike û got, “Me di van hevdîtinan de careke din dît ku bandora pêvajoyê wê ne tenê li Tirkiye û herêmê be. Serketina pêvajoyê ji bo têkiliyên dîplomatîk û navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e.”
Sumeyye Boz anî ziman ku ji bo pêkhatina çareseriyeke demokratîk û serketina vê pêvajoyê êdî ti hincet nemaye ku hikumet bide pêş û got, “Heta niha PKK weke astengî nîşan didan. Ev hinceta hikumetê bi temamî ji holê rabû. PKK’ê bi gavên heta niha avêtî nîşan da ku di pêvajoyê de çiqasî samîmî ye. Di van hevdîtinan de em dibêjin, divê piştgirî ji vê îradeya aştiyê re bê dayin û hikumet berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Li qada navneteweyî berpirsyariyên Tirkiyeyê hene ku divê bi cih bîne. Peymanên ji ber endametiya Konseya Ewropayê hene ku divê li gorî wê tevbigere. Lewma ji bo serketina vê pêvajoyê berpirsyarî dikeve ser milê hêzên navneteweyî û dewletan jî.”
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz herî dawî anî ziman ku wê hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî yên li Swîsreyê û hevdîtinên bi gel re dewam bikin.