Li Swîsreye êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcîno ya Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi çalakiyeke hat protestokirin.
Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcîno ya Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi çalakiyeke hat protestokirin.
Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcîno ya Swîsreyê, bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava çalakî hat lidarxistin.
Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn ku li stasyona trenê ya Bellînzona hat lidarxistin. Çalakgeran êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser qadên jiyanê yên li Rojava bi dirûşmeyên Îtalî protesto kirin. Di çalakiyê de bi dehan afîş û pankarrtên bi zimanê Îtalî hatin vekirin û banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin.
Çalakgeran daxuyaniya çapemeniyê dan û destnîşan kirin ku heta polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bi dawî nebe wê çalakiyên wan bidomin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.