Li Swîsreyê êrişa bi kêrê: Tê texmînkirin ku êrişeke cîhadîst be

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi kêrê êrişek hate kirin. Yek jê giran 3 kes birîndar bûn. Tê texmînkirin ku bûyer êrişeke cîhadîst be.

Serê sibehê li Gar a Trenê ya Winterthurê ku nêzî Zurichê ye bi kêrê êrişek hate kirin. Kesekî ku nasnameya wî hîn bi raya giştî re nehatiye parvekirin, bi kêrê êriş bir ser mirovên li derdorê. Di encamê de yek jê giran 3 kes birîndar kir.

Gelek polîs û tîmên tenduristiyê berê xwe dan cihê bûyerê. Li gorî agahiyên destpêkê yên di çapemeniya Swîsreyê de hatin weşandin, êrişkar di demeke kurt de hate bêbandorkirin û binçavkirin. Hate ragihandin ku bersûc yekî 31 salî û welatiyê Swîsreyê bû.

Polîsan diyar kirin ku têkildarî motîvasyona êrişê lêpirsîn dewam dike. Di hin dîmenan de yên li ser medya dîjîtal hatin weşandin, tê dîtin ku êrişkar di dema bûyerê û piştî wê de dibêje "Allahû Ekber". Rayedaran hîn bi fermî piştrast nekirine ku êriş xwedî motîvasyona "olî" yan jî "îdeolojîk" e.

Di vê navberê de bajarê Winterthur ê ku êriş lê hate kirin li welêt weke yek ji wan bajaran tê naskirin ku radîkalbûyîna cîhadîst lê zêde ye.