Suryaniyan li Turgî ya Swîsreyê ji bo kesên di sala 108’an a Komkujiya Seyfo ya 1915'an de hatin qetilkirin merasîmeke bîranînê li dar xistin.
Di çarçoveya bîranîna ku bi pêşengiya dêra Suryaniyên Ortodoks tê kirin de, ewil li Dêra Katolîk a li bajarokê Gebenstorf a bajarê Tûrgiyê merasîmeke olî hat lidarxistin.
Di merasîmê de ji aliyê oldarê Suryanî Michael Azîz û Kerîm Asmar ve dua û îlahî hatin xwendin.
Oldar Michael Azîz di axaftina xwe ya kurt de wiha got: “Li Behtnahrînê Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî û gelek gelên din hene. Suryanî xwêya xwarinên li vê erdnîgariyê bûn. Ji ber ku Suryanî hatin qetilkirin, ev xwarin bê xwê ma. Li Seyfoyê di her maleke malbatên Suryaniyan de kesekî hatî kuştin heye. Divê em wan bi bîr bînin da ku neyê ji bîrkirin.”
Michael Azîz wiha pê de çû: “Zihniyeta qetlîamker ku dewleta Osmanî û Tirk li Seyfo pêk anî, piştre li dijî gelê Kurd jî komkujî pêk anî. Lê mixabin hin eşîrên ku wê demê bi dewletê re tevdigerin, piştre bi komkujiyên weke Asûriyan re rû bi rû man. Ev zîhniyeta qetlîamker heta îro jî didome. Gelê me yê Suryanî û Asûrî hewl dide li sirgûnê li ser koka xwe bijî. Lê belê heta xwedî li koka xwe derneyên û negihên ser axa ku lê jidayikbûne berdewam kirin, ne hêsan e.”
ÇALAKIYA BÎRANÎNÊ YA DUYEMÎN LI KOMELÊ PÊK HAT
Piştî merasîma olî, Suryaniyên ku li bajarê Tûrgiyê tevlî Komeleya Çanda Suryaniyan bûn, li vir jî bîranînek li dar xistin.
Di bîranînê de Şaredarê berê yê Sûrê ya Amedê Abdullah Demîrbaş, Parlamenterê berê ya HDP'ê Tuma Çelîk, oldarê Suryanî Kerîm Asmar û derhênera fîlma Kobanê Ozlem Yaşar axaftin kirin.
Li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU) daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de trajediyên qirkirina 1915'an a li dijî Asûrî, Ermenî û Rumên Pontusê hatin bibîranîn û kesên beşdarî bîranînê bûne hatin silav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi boneya 108'emîn salvegera Komkujiya Seyfo ya sala 1915'an a li dijî Suryaniyan, em dixwazin balê bikişînin ser hovîtî û travmaya ku gelê me jiyaye û şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Sûryanî gelên qedîm û xwecihî yên Mezopotamyayê ne û di dîrokê de kedên mezin dane şaristaniyê.
ESU bang li rayederan kir ku, 15’ê Hezîranê weke salvegera Qirkirina Suryaniyan bê ragihandin û got ku divê Qirkirina Seyfo bê naskirin.