Li Swîsreyê 'Akademiya Kurd' ava bû

Kurdên li Swîsreyê di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de damezrandina 'Akademiya Kurd' ragihandin.

Di encama karê komek ji Kurdistaniyên li Swîsreyê de ku demeke dirêj e dikin, bi navê "Akademiya Kurd" saziyeke çandî û akademîk a nû hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna nîv sedsalê dawî ya gelê Kurd ne tenê siyasî, di heman demê de pêvajoya jinûve avakirina çandî û civakî ye. Hate destnîşankirin ku danheviya civakî, çandî û îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li karên nû vekiriye.

Berdevkê Akademiya Kurd Îsmaîl Kardaş anî ziman ku proje piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ya 27'ê Sibatê hîn bi lez pêk hat.

Kardaş diyar kir ku bingeha akademiyê xwe dispêre karê du salan ê komîsyona perwerdeyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S). Kardaş anî ziman ku pêwîstiya perwerdeyê ya komîn û meclîsên li Swîsreyê di vê pêvajoyê de xwedî roleke girîng bû û hate destnîşankirin ku armanc ew e; bi akademiyê bersiv ji pêwîstiyê re bê dayin.

Hate ragihandin ku di pêvajoya avabûna akademiyê de li gorî qanûnên Swîsreyê rêziknameyeke guncaw hate amadekirin û mufredata wê hate afirandin. Hate gotin, mufredat wê li gorî pêwîstiyên demê bê nûkirin.

Kardaş destnîşan kir ku perwerdeya wan jî wê bi zaravayên cuda yên Kurdî bê dayin.