BI DÎMEN

Li Swêdê ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî çalakî

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo herdu jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî ku li Îranê girtî ne û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, çalakî hat kirin.

Li Stockholmê Kurdistanî û dostên wan ji ber biryara darvekirinê ya derbarê her du jinên dîlgirtî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî derketin meydanan.

Li ser bangAwaziya Meclisa Jinên Amara û Navenda Çanda Demokratîk a Kurd gelek kes li meydana Sergels Torgetê li hev kom bûn.

Kurdistaniyan polîtîkayên desthilatdariya Îranê û cezayê darvekirinê şermezar kirin.