Li Stûttgartê panel: Dewleta Tirk xwest Kurdan û Elewiyan tune bike

Li Stûttgartê li ser komkujiyên Mereş û Roboskî panelek hate lidarxistin û hate ragihandin ku dewleta Tirk xwest Kurdan û Elewiyan tune bike.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê têkildarî komkujiyên Mereş û Roboskî panelek hate lidarxistin.

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF), Kongreya Avakirinê ya Dersimê, Dersim 38, Dijberiya Qirkirina Dersimê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) panel li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê lidar xistin. Mesût Daghan di destpêka panelê de axivî. Di panelê de ku gelek Elewî lê amade bûn, Hevseroka MARDEF'ê Hatîce Sonzamanci, Rojnamevan Azîz Tûnç, Mavîş Toklû û Siyasetmedar Ferhat Encu axivîn.

Di panelê de li ser komkujiyê her wiha sînevîzyon hate nîşandan.

'DEWLETÊ XWEST PAQIJIYA ETNÎKÎ BIKE'

Ji panelîstan Hatîce Sonzamanci got, "Komkujiya Mereşê yek ji komkujiyên dîroka komarê ye. Ev komkujî jî mîna gelek komkujiyên din bi destê dewletê hate kirin. Li hemberî nasnameya Kurd û baweriya Elewiyan a li herêmê paqijiya etnîkî hate kirin.

Siyasetmedar Ferhat Encu jî bi bîr xist ku li Roboskî 34 kes hatin qetilkirin û anî ziman ku dewleta Tirk bi rêbazên cuda êrîşî gelê Kurd dike.