Li Stûttgartê li dijî êrîşên kîmyewî çalakiya konvedanê

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, çalakiya konvedanê hate destpêkirin. Di çalakiya li Scholossplatz (Qada Kobanê) a navenda bajêr hat lidarxistin de, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hatin hildan.

Di çalakiyê de gelek danezanên bi Elmanî hatin belavkirin û bal kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakiya di navbera saet 12.00 û 18.00’an tê lidarxistin, wê heta roja Şemiyê dewam bike û bi mîtîngekê bi dawî bibe.