Li Strasboûrgê starta çalakiya rûniştinê ya 4 hefteyî ya li dijî tecrîdê destpê kir

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk a li ser qadên Metîna, Zap û Avaşîn ên Kurdistanê li bajarê Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya 4 hefteyî destpê kir.

Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa  (KCDK-E) ve hate lidar xistin, bi sirûda ‘Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Metîna û Zap e. Dem dema azadiyê ye’ îro bi daxuyaniyekê starta wê hate dayîn. Di çalakiyê de birayra DYE ya li ser kadroyên Tevgera Azadiya Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karaylan hatine girtin protesto kirin.

Çalakî li qada ‘Nobeda Azadiyê ya ji Hezîrana 2012’an û vir ve tê birêvebirin bi xwendina daxuyaniyê û deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpê kir.

Li qada çalakiyê wêneyên gerîlayên şehîd û dowîza bi nivîsa Fransaî ya ‘Zarokên me’ ‘Nos Enfanst’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Dîsa afîşên ku dewleta Tirk û êrîşên wê yên qirker protesto dike hate daliqandin.

Li ser navê TJK-E Aktivîst Bêrîvan Avci: Dewleta Tirk têkoşîna jina azad ji bo xwe xeterî dibîne. Jina Kurd li dijî DAÎŞ’ê û yên mîna DAÎŞ’ê sûcên mirovahiyê dike têkoşîneke dîrokî kirin. Têkoşînê li dijî dagirkerî, qirkirina jinê û qetlîaman dike. Jina Kurd a azad pradîgmaya azadparêz  a jinê, wekheviya zayendê ya Rêber Apo esas digire.

Li ser navê TJK-E Meryem Tekîner: Têkoşîna azadiyê ya pradîgmaya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin ji bo hemû jinên cîhanê û gelan bûye çavkanî. Hêzên emperyalîst û kapitalîs vê paradîgmayê ji bo xwe xeter dibîne, ji bo wê çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Tevgera Azadiya Kurd digire. Jina Kurd a azad di serî de li dijî vê siyaseta du rû ewilê li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê li qadan têkoşînê dike û wê bike jî. Wê têkoşîna mirovahiyê ya Tevgera Azadiya Kurd dide bigihêje serketinê.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal: Komploya Navneteweyî hê jî didome. Baş e ku hêzên navneteweyî Qirkirina Ermeniyan erê kir, lê bêdengbûna wan a li hember qirkirina Kurdan nayê qebûlkirin. Erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Nûnera PYD’ê Zozan Derik: Tevî hemû hewldanên Tevgera Azadiya Kurd ên ji bo Yekîtiya Netewî lê li gel vê jî hevkariya PDK’ê ya bi dagiekrên Kurdistanê û hevkariya qirkirina gelê Kurd re jî didome. Gelê Kurd vê sûcî wê efû neke. Wê têkoşîna ciwanên Kurd qetlîam û hevkariyê vala derbixe.

Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk Tuncay Yilmaz: Qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdan didome. Bêdengiya navneteweyî jî bi berjewendiyên wan ên parelel ên li gel Tirkiyeyê ne. Em ê di çarçoveya pradîgyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşînê mezin bikin. Bang li hemû şoreşger, çepgir û hevparan dikin ku di têkoşînê de bên ba hev û li dijî faşîzmê rabin ser lingan.

Li ser navê HDP Ewropa Faysel Sariyildiz jî diyar kir ku qirkirin didome û berxwedêrên grevan silav kir.

Li ser navê HBDH’ê Hsan Çiya jî şehîdên meha gulanê bibîr anî û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Çalakî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Piştevaniya Şoreşgerî’ bi dawî bû.

Çalakiya ku wê çar hefteyan dom bike, ewilê hilbijêr dewir girtin.