Li Strasboûrgê li dijî êrîşên dagirker çalakiya rûniştinê

Li Strasboûrgê Kurdistanî ji bo çalakiya rûniştinê hatin cem hev û êrîşên dagirker ên Tirk şermezar kirin.

TJK-E û KCDK-E bi çarçoweya  pêngava ''Li dijî dagirkerî û qirkirinê her devera Avaşîn, Zap û Metîna ye! Dem Dema Azadiyê ye'', çalakiya rûniştinê ku 12'ê Gulanê li Strasboûrgê ya Fransayê dest pê kiribû di heftiya duyan de didome.

Çalakî wê çar heftiyan bidome û Kurdistaniyên ji çar parçeyan ên li Ewropayê çalakiyê didomînin, li eynî qada ku Nobeta Azadiyê ev 9 salan tê domandin, çalakî tê kirin.

Kurdistanîyên ku di du çalakiyan gihaştin cem hev bal kişandin ser ku dagirkerî û qirkirin bi desteka navnetewî didome, diyar kirin Ewropa li dijî gelê Kurd polîtîkayeke dirû dike.