Li Strasbourgê ji bo Mexmûrê çalakiya standê
Li bajarê Strasbourgê Kurdistanî û dostê wan ên ku hatin gel hev ji bo amborgoya li hemberî gelê Mexmûrê standa agahdarkirinê vekirin.
Li bajarê Strasbourgê Kurdistanî û dostê wan ên ku hatin gel hev ji bo amborgoya li hemberî gelê Mexmûrê standa agahdarkirinê vekirin.
Li bajarê Strasbourgê ya Fransayê Kurdistanî û dostê wan ji bo bal bikşînin ser ambargo û zextên li hemberî gelê Mexmûrê standa agahdarkirinê vekirin.
Di standê ku li saet 18:00’an hate vekirin de belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin. Kesên derdorê hestiyariyek mezin nîşanî standê dan.
Çalakvanan di daxuyaniya ku dan de anîn ziman ku wê zextên li hemberî gelê Mexmûrê qebûl nekin û wê bûyîna denge wan bidomînin. Her wiha li saziyên peywendîdar re banga xerakirina bêdengiya xwe hate kirin.
Çalakiya ku saetek ajot bi dirûşmeyan dawî bû.