Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi daxwaza ku komîsyona navneteweyî ku wê bê avakirin, serdana Girava Îmraliyê bike, çalakiya ji bo 3 rojan hate lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyê de, di saet 12:00’an de li Qada Place Kleberê standa agahdarkirinê hat danîn. Çalakvanan li vir derbarê girîngiya azadiya Rêber Apo de agahî dan û danezan belavkirin. Di tevahiya rojê de gelek kes hatin standê, agahî girtin û peyamên xwe yên piştevaniyê ragihandin.
Di hevdîtina kurt a bi nobederan de, hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Rojhilata Navîn mifteya aştî û demokrasiyê ye.
Çalakî piştî xebatên agahdarkirin û piştevaniyê, di saet 17:00’an de bi dawî bû. Beşdaran di roja duyemîn û sêyemîn a çalakiyê de, banga tevlîbûna girseyî ji bo çalakiyên ku wê bi pêşengiya tevgerên ciwanan û jinan di roja duyemîn û sêyemîn a çalakiyê de (În û Şemî) bên lidarxistin, kirin.
Hate diyarkirin ku di tevahiya çalakiya ku wê sê rojan dewam bike de, gelê li Strasbourgê derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pergala tecrîdê ya Îmraliyê de bê agahdarkirin.