Li Strasboûrg û Marsîlyayê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarên Strasboûrg û Marsîlya yên Fransayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarên Strasboûrg û Marsîlya yên Fransayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
LI MARSÎLYAYÊ HÊRSA LI DIJÎ KOMKUJIYÊN PARÎSÊ
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li bajarê Marsîlya yê li başûrê Fransayê hatin cem hev, li Canîbîereyê meşek li dar xistin û Komkujiya Parîsê ya 2’emîn şermezar kirin.
Di çalakiya ku jin û ciwan bi awayekî xurt tevlî bûn de bi hezaran kes bênavber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di çalakiyê de axivî û diyar kir ku komkujiyên Parîsê bi armanca tirsandina jinên Kurd û gelê Kurd pêk tên û got, "Eger em hesab ji komkujiyan nepirsin, ev jiyan li me heram e. Ji bo ronîkirina van komkujiyan em ê heta dawiyê têbikoşin.”
Zumrut anî ziman ku hedefgirtina Evîn Goyî ne tesaduf e û bi bîr xist ku Evîn Goyî li dijî DAÎŞ'ê şer kir, mirovahiyê ji DAÎŞ'ê parast, lê li Ewropayê nehat parastin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
STRASBOÛRG
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi armanca hesabpirsîna ji kujerên Evîn Goyî, Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil mîtîngek li dar xistin. Welatparêzên li Saînt-Avold û Mulhouseê dimînin û dostên gelê Kurd li ser banga Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn beşdarî mîtînga li ber Gara Trenê ya Strasboûrgê bûn.
Di axaftinan de hat gotin ku dema li profîla kujeran tê nêrîn, tê dîtin ku bi zanebûn êrîşî gelê Kurd kirine.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku komkujiyên 10 salan şûnde li Parîsê hatin kirin ne tesadufî ne û armanca bingehîn a van komkujiyan tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û bi taybetî jî di şexsê têkoşîna jinan têkbirina şoreşa jinê ye.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê Kurd wê bi berxwedanê bersivê bide komkujiyan û heta azadiyê wê têkoşîna edaletê bidome.