Li Stockholmê semînerek: Divê piştgiriya bi Kurdan re berfireh bibe
Li Stockholmê derbarê hilbijartina di 28’ê Gulanê de semînerek hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku divê piştgiriya bi Kurdan re berfireh bibe.
Li Stockholmê derbarê hilbijartina di 28’ê Gulanê de semînerek hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku divê piştgiriya bi Kurdan re berfireh bibe.
Rojnamevan Joakîm Medîn, rojnamevan û nivîskar Kurdo Baksî û siyasetmedarê Swêdî Pîerre Schorî di semînera ku li salona ABF'ê hat lidarxistin de, hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û astengiya ku Tirkiye ji bo endamtiya NATO’ê ya Swêdê nirxandin.
Pirsên wekî geloTirkiye ber bi dewleteke yekpartî ve diçe? Him li Swêdê him jî li Kurdistanê wê siberoja Kurdan çawa be? Serlêdana Swêdê ya endamtiya NATOyê çi ye? hate nîqaşkirin.
Joakim Medîn diyar kir ji bo şopandina hilbijartinê ew 5 hefteyan li Tirkiyeyê maye û got “Di nav desthilatdariyê de li hemberî Kurdan dijminatiyeke mezin hebû. Di nav komên muxalîf de gelek xweşbînî hebû. Li aliyê din jî netewperestî serwer bû û dihate xwestin heke Kurd bibin desthilatdar divê divê hemû şaredarên wan werin girtin. Ji ber vê divê em rêveberiya yekzilamî ya Erdogan ji holê rakin.”
Kurdo Baksî bal kişand ser pêkanînên qirkirina siyasî jî û got, "Heta niha 11 parlamenterên Kurd di girtîgehê de ne. Medyaya Tirk hê jî Kurdan krîmînalîze dike. Di vê serdemê de wê her tişt dijwartir be.”
Pîerre Schorî di axaftina xwe ya li ser NATO û siberoja Kurdan de peyama xurtkirina hevgirtina bi Kurdan re da.
Schorî got, "Gelekî seyr e, ji dema ku meseleya NATO’yê derketiye holê, li Swêdê pêlek çêbûye, li her derê mafya derketine olê û ji aliyê din jî hesabê kuştina Kurdan tê kirin.”