Li Stockholmê şehîdên çapemeniya PJAK’ê hatin bibîr anîn

Her şeş şehîdên çapemeniya PJAK’ê yên ku di sala 2008’an de li Qendîlê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn li Stockholmê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Îro li Komeleya Çand û Hunerê ya li bajarê Stockholma paytexta Swedê, bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şeş endamên çapemeniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Armanc Merîwan (Cemal Resûlî), Wedat Amed (Mihemed Guren), Raman Cawîd (Rehîm Borna), Hêriş Mihabad (Diyako Bextiyarî), Argeş Bawer (Kardo Eliyalî) û Firat Çelê (Behcet Tekînalp) ku 1'ê Gulana 2008'an di encama êrîşên balefirên şer yên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Qendîlê de şehîd bûbûn, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpekir. Siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen di merasîmê de axaftinek kir û got: “Şehîd tev pêşengên şoreşê ne. Di hin qonaxên dîrokî de pir keseyat derdikevin ku mohra xwe li dîrokê didin, şehîdên meha Gulanê jî wiha nin. Şehîdên çapemeniya PJAK’ê jî wisanin. Îro şagirtên wan şehîdan li ser çiyayên Kurdistanê bi lehengî li berxwe didin, ji nû ve destanên qehremanî û lehengiyê dinivîsin. Emê heya dawiyê şopdarê şehîdên xwe bin. Em bi doz û rêya wan serbilindin.”

Di berdewamiya bîranînê de sînevîzyona ku li ser jiyana têkoşînî ya her şeş şehîdan hatibû amadekirin hate nîşandan û bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û  “Bijî Serok Apo” bidawî bû.”