Li Stockholmê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li Stockholmê hate pîrozkirin. Kurd jî bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.
1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li Stockholmê hate pîrozkirin. Kurd jî bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li paytexta Swêd Stockholmê bi meş û mîtîngeke girseyî 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran hate pîrozkirin.
Bi pêşengiya Partiya Çep a Swêdê girseya gel li qada Medborgaplatsenê li hev civiya û heta Kungstradgarden meşiyan.
Di meşê de ku nêzî 30 hezar kes amade bûn, Kurd jî bi rengê xwe li refên pêş bûn.
Bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên xwe Kurd tevlî çalakiya 1'ê Gulanê bûn û peyamên xwe dan.