Li Stockholmê komplo hate protestokirin

Li Stockholmê komploya navdewletî ya 15 Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi çalakiyekê komploya navdewletî ya 15 Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara ve li qada Sergels Torget di saet 17.00'an de dest pê kir û nêzî du saetan berdewam kir. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de têkildarî komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a Stockholmê Menîce Yigît axivî. Yigît anî ziman ku 23 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin tecrîda giran de tê girtin û got: “Em komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê bi tundî şermezar dikin. Çawa ku Mandela 27 salan dîl hate girtin, Rêber Apo jî 23 sal in dibin tecrîda giran de tê girtin. Heta azadiya Rêber Apo em ê timî li qadan bin û têkoşîna xwe di asta herî xurt de mezin bikin.“

Berdevka Rêxistina Jinên Kurd a Sarayê Sara Ayşe Dîdar jî axivî û wiha got: “Di roja reş de gelê Kurd li qadan in û komployê şermezar dikin. Berxwedana herî mezin Rêber Apo li greva Îmraliyê dide.“

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Ap“, “Bê Serok jiyan nabe“ û “Bimre komplo“ bi dawî bû.