BI DÎMEN

Li Stockholmê ‘Şeva Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin

Li Stockholmê şeva çand û hunerê hat lidarxistin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê bi şîara “Bi Banga Rêbertiyê ber bi Civaka Demokratîk”, şeva çanda û hunerê hat lidarxistin. Şeva çand û hunerê bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di şevê de peyama Rêber Apo hate xwendin. Peyam ji aliyê Bêrîtan Amed ve hat xwendin. Piştre Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûradî axivî. Mûradî banga xwedî derketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo kir û bal kişand li ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Li ser navê PYD’ê Heyder Rojava jî axivî û bal kişand li ser xebatên gelê Kurd li ser axa xwe û bang li Kurdên li Swêdê dijîn kir ku berxwedanê xurt bikin. Li ser navê Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn (PKAN) Hasan Bozlak jî li ser girîngiya parastina zimanê zikmakî û çandê axivî.

Di şevê de peyama Mûrat Karayilan a bi dîmen weke sînevîzyon hat pêşandan. Beşdaran peyam li ser lingan temaşe kir. Karayilan anî ziman ku heta Rêber Apo dîlgirtî be û zîndan tije bin ev pêvajo bi rêve naçe. Gerîlayên çekên xwe şewitandine di çareserkirinê de bi israr in.”

Şev bi bernameyên cuda berdewam kir. Di şevê de Newzat Tunç, Evîn Akbaş, Nahît Rizgar derketin li ser dikê û stran gotin. Her wiha koma Şingal û Rojhat a muzîkê jî derketin li ser dikê. Herî dawî Seyda Perînçek derket li ser dikê.

Şev bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.