Li Spanyayê 9 parlamenteran piştgirî dan HDP'ê
Ji partiyên şirîkê hikumetê jî di nav de komek ji 9 parlamenterên Spanyayê, nerazîbûn nîşanî zextên li ser HDP'ê da û pêşnûme biryarek pêşniyar kir.
Ji partiyên şirîkê hikumetê jî di nav de komek ji 9 parlamenterên Spanyayê, nerazîbûn nîşanî zextên li ser HDP'ê da û pêşnûme biryarek pêşniyar kir.
Partiyên hevkarê hikumeta PSOE ya Sosyalîst jî di nav de, komek ji parlamenteran ji bo şermezarkirina zextên li ser HDP'ê pêşnûme biryarek pêşkêş kir.
Partiyên Unidas Podemos, ERC, PNV, EH Bildu, JxCAT, Compromís, Más País, BNG et La CUP mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê.
Di pêşnûmeyê de hate gotin, "HDP ku sêyemîn partiya herî mezin a li Parlamenta Tirkiyeyê ye û siyasetmedarên wê yên hilbijartî dibin hedefa zext û dozên siyasî."
Parlamenteran ji Kongreya Spanyayê xwest ku li dijî 'zextên bi rêk û pêk' ên dewleta Tirk rabe û ji hikumeta PSOE'yê jî xwest bi rengekî eşkere piştgiiryê bide HDP'ê û li ber binpêkirina mafên mirovan rabe.
Hin ji parlamenterên ku mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê li pêşiya parlamentê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenteran dowîzên bi nivîsa 'Piştevaniya bi HDP'ê re hildan.
Nûnerê Kurd ê li Spanyayê Eyyup Dorû tevî parlamenterên Spanyayî daxuyanî da çapemeniyê û anî ziman ku HDP ne tenê Kurdan lê belê mafê gelan hemûyan temsîl dike û li ser êriş, girtin û polîtîkaya qeyûm a li dijî HDP'ê agahî da.
Dorû diyar kir ku dewleta Tirk, qanûnên navneteweyî binpê dike û got, "Pêwîstiya me bi piştgiriya hemû hêzan heye. Em ji PSOE'yê dixwazin ku piştgiriyê bide vê hewldanê."
Dorû bi bîr xist ku dewleta Tirk di salvegera Qirkirina Ermenan de êrişên dagirkeriyê bir ser Başûrê Kurdistanê û bajarên dagirkirî yên li Rojava jî bi bîr xist.
Dorû ragihand ku li Rojava cih û warê sivîlan tên bombekirin, bi rêk û pêk sûcê şer tê kirin û destnîşan kir ku Tirkiye hêzeke dagirker e.