BI DÎMEN

Li Solothurnê şehîd hatin bibîranîn: Em ê şehîdên xwe nemir bikin

Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê, bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAV) çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo gerîlayên di meha Cotmehê de şehîd ketine, rêzgirtin hate kirin; HPG’ê diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan bijîn.

Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê, bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) çalakiyeke bibîranînê hate organîzekirin. Çalakî ji bo Hewram Şaho (Madih Gulistanî), Baran Mamo (Umit Cinkılıç), Haydar Munzur (Mehmet Zilkifli), Zana Stêrk (Guney Dinar) û Karker Mazlum (Xalib Osman) û bi navê Eli Cinkılıç, Mehmet Cinkılıç, Kerim Avareş, Ronî Baz Gever û Şervan Perwer ên di dîrokên cuda yên meha Cotmehê de şehîd ketine, hate lidarxistin.

Di çalakiyê de gelek malbatên şehîdan, Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û nûnerên Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) beşdar bûn.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan û xwendina peyama sersaxiyê ya Navenda Têkiliyên Çapemeniyê ya HPG’ê dest pê kir.

HPG: GELÊ KU BI ŞEHÎDÊN XWE RE BER BI AZADIYÊ VE DIÇE, WÊREKÎ Û RÛMETÊ BI DEST DIXE

Di peyama HPG’ê de ev gotin hatin gotin: “Di jiyana gelan de serdemên lehengiyê hene û ev gel bi lehengên xwe mohra xwe li serdemekê dixe. Dema ku jiyana gel di xetereyê de be, azadî winda bibe û pêla şoreşê rê biguhere, hewcedarî bi lehengan û şoreşgeran çêdibe. Heke di nava gel de leheng û şoreşger dernekevin, têkoşîna azadiyê dest pê nake; gel belav dibe û tune dibe. Hemû gel û netewe bi têkoşîna leheng û pêşengên xwe radibin ser piyan, bi wêrekiya wan têkoşîna azadiyê didin û nirxên merivahiyê diparêzin.

Di jiyana gelê Kurdistanê de serdema lehengiya mezin bi têkoşîna PKK’ê dest pê kir. PKK ji roja damezrandina xwe heta îroyîn, bi keda bi deh hezaran şehîdan têkoşîna azadiyê daye. Şehîdên me sê xezîneyên hêja afirandine; giyanê ku li dora artêşa şehîdan çêbûye, bûye şahiyeke coşdar. Fedakariya laşên wan ji bo welatê me, bû sedema bilindkirina ala azadî û serxwebûnê.

Dijminên me hewl didin ku rastiya şehîdan berovajî bikin, şehîdan weke mirî nîşan bidin û manîpule bikin. Lê belê PKK her tim li dijî vê xeletiyê derketiye. Ji şehadeta her hevalê xwe ders derxistiye û şehîd di têkoşînê de bûne sedema tolhildanê. Têkoşîna PKK’ê ya nêzî 50 salan, delîlê rastiyê ye. Di têkoşîna PKK’ê de şehîd nirxên herî bilind in; ew fermandarên têkoşînê, stûnên rastiyê, kokên riya têkoşînê û bi rastî mirovên nemir in.

Em gelê Kurd her tim bi şehîdên xwe şanaz in. Bi saya wan em bûne xwedî rûmet û rêzdariyê; bi têkoşîna wan em ê bigihêjin azadiyê. Bêguman her tiştê me deyndarê Rêbertî, şehîdên me û gelê me ye. Em weke şopdarên hevalên şehîd, her tim hewl didin ku şehîdên xwe bi tevahiya civakê û cîhanê bidin naskirin. Ji ber ku em çiqasî şehîdên xwe nas bikin û bînin bîra xwe, em ê jiyana wan ew qasî watedar bikin û bîranînên wan nemir bikin.

Şehîd ji bo me çavkaniya hêzê, rûmeta me, nirxên me yên herî bilind û pîroz in. Weke malbatên şehîdan, em pêşniyar dikin ku hûn her tim bi şehîdên xwe yên wêrek, leheng û mêrxas şanaz bin, asta welatparêziya xwe bilind bikin û destekê bidin têkoşînê.”

KOMAW, FEDA Û MALBATÊN ŞEHÎDAN AXIVÎN

Li ser navê KOMAW’ê Îhsan Coşkun, Hevserokê FEDA’yê Şahîn Polat û malbatên şehîdan di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser tevkariyên şehîdan ji têkoşînê re, sersaxî ji malbatan re hate xwestin û nemiriya şehîdan hate destnîşankirin.

Şahîn Polat got: “Mîrateya wan kesên ku ji malê cîhanê dev jê berdane, em heta îro anîn e. Divê em xwedî li keda van şehîdan derkevin. Ew ê di her qonaxa têkoşîna me de bijîn.”

Apê şehîd Baran Mamo, Bektaş Cinkılıç, got: “Şehîd, şehîdê her kesê ye ku xwedî lê derkevin,” û diyar kir ku ew bi şehîdên xwe şanaz in.

Ji malbatên şehîd Baran Mamo û Haydar Munzur re, kûnyeyên şehîdan ên ku ji aliyê HPG’ê ve hatine amadekirin weke berat hatin pêşkêşkirin.

Di çalakiyê de herwisa sînevîzyonek hate nîşandan û çalakî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.