Li Solothurnê çalakiya rûniştinê berdewam dike
Çalakiya rûniştinê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê li Solothurnê dest pê kir, di roja 2’emîn de berdewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê li Solothurnê dest pê kir, di roja 2’emîn de berdewam dike.
Li Ewropayê, çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin berdewam dike. Kurdistaniyê li Swîsreyê dijîn li dijî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê bi rojan in li qadanin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya duh, bi tevlîbûna Şaredarê Solothurnê dest pê kir û vir de Kurdistaniyan çalaki li dar xist. Çalakiyên Kurdistaniyan berdewam dike.
Kurdistaniyên li Solothurnê û dostên xwe serdana çalakiya konvedanê kirin.
Parlamentera Partiya Sosyalîst a Parlamentoya Federal a Swîsreyê ya ji Kantona Solothurnê (SP/PS) Franzîska Roth, serdana çalakiyê kir û got ku ew giringiyê bi têkoşîna gelê Kurd didin û ew ê piştevan bi gelê Kurd re dikin.
Çalakiya rûniştinê ya li Solothurnê wê sibehê bi dawî bibe.
Li bajarê Cenevreyê jî sibehê wê li ber Neteweyên Yekbûyî bi sê rojan çalakiya rûniştinê were lidarxistin.