BI DÎMEN

Li Saratovê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li bajarê Ozînkî yê herêma Saratovê ya Rûsyayê salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li bajarê Ozînkî ya herêma Saratovê ya Federasyona Rûsyayê 41’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Di çalakiya pîrozbahiyê de Nataliya Mîxayêlovna Kolbas, Seroka Meclîsa Giştî ya bajarê Ozînkî Tatyana Vîktorovna Pêtrênko, Cigirê Seroka Meclîsa Giştî ya bajarê Ozînkî Alêksandêr Çêçênêv, Serokê Meclîsa şervanên kevin ya herêma Ozînkî amade bûn.

Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de Hevserokê Otonomiya Kurdên Herêma Saratovê Tahîr Fatoyêv û Hevseroka Otonomiya Kurdên bajarê Êrşovê Mîrzaalî Yûsobov axivîn û behsa girîngiya pêngavê kirin.

Piştî axaftinan Hozan Şemdîn, Behrî Yûsobov û hunermendên herêmî yên ji neteweyên cuda derketin ser dike û hunera xwe pêşkêş kirin.