Li Saratovê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyanî
Li gundê Tîmonîn ê ser bi navçeya Dergaçiyê ya bajarê Saratovê, Kurdistanî hatin cem hev û ji bo statû û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyanî dan
Li gundê Tîmonîn ê ser bi navçeya Dergaçiyê ya bajarê Saratovê, Kurdistanî hatin cem hev û ji bo statû û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyanî dan
Li gundê Tîmonîn ê ser bi navçeya Dergaçiyê ya bajarê Saratov ê Rûsyayê, Kurd hatin cem hev û ji bo statû û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hat kirin ku dawî li şert û mercên tecrîdê bîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gavan biavêje.
Li ser navê Tevgera Jinan Gurçê Yusobova axivî û got:
"Divê Rêber Apo bi awayekî azad di nav gelê xwe de bijî û di demek herî nêz de azadiya wî bête dabînkirin."
Yusobova her wiha da zanîn ku heta ev daxwaz bête cih, gelê Kurd û dostên wan wê li her derê daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman.
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.