15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li bajar û navçeyên Rûsyayê tên pîroz kirin. Ji bo girîngiya Cejna Zimanê Kurdî li navçeya Krasnakut a bajarê Sratov ê Rusyayê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de îşaret bi girîngiya parastina zimanê Kurdî û derbaskirina ji bo nîfşê nû hate kirin.
Hevserokê otonomiya Krasnakut Remezan Budakov axivî û zexta ku li ser zimanê Kurdî şermezar kir. Budakov got: “Zimanê Kurdî li cîhanê zimanekî heri qedim û kevne, ji ber vê cejna
zimanê Kurdî li gelê me û mirovahiyê piroz dikim. Her wiha li welatê me heta niha zimanê me qedexeye û hewldanê asîmle kirina zimanê me heye."
Budakov axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di her çar parçeyê Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê xebateke taybet li ser zimanê Kurdî heye ku asîmîle bikin. Ev qebûl nekirin di aliyê Sûryeyê de jî hina didome, naxwazin gelê Kurd bi ziman û çanda xwe jiyan bikin. Em wek gelê Kurd yên li Rûsyayê dijîn, vê yekê şermezar dikin. Di heman demê de em dibînin ku pêwîstî pê heye ku di her qadê û kolanê de têkoşîn û axaftina zimanê Kurdî hebe. Eger di dibistan û zanîngehan de zimanê Kurdî neyên dayîn wê çaxê hîn bêtir asîmîlekirin çêbibe.”
Endamê meclîsa otonomiya Kresnakut Xalit Ali Aliyev jî wiha qala zimanê Kurdî kir: “Cejna zimanê Kurdî li gelê me û li Serok Apo pîroz be. Erê îro cejna zimane lê di welatê me de hîna jî asîmîlasyon û qirkirina çanda Kurdî heye. Ji bo wê jî ger em bixwazin bijîn li hember van hewldanên asîmîlasyonê yekane çareserî ew e ku her Kurdek mala xwe wek dibistana zimanê
Kurdî bi kar bîne û biaxive.”
Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmeyên “Bê Ziman Jiyan Nabe” û “Zimanê Me Rûmeta Me ye" bi dawî bû.