BI DÎMEN

Li Saint-Avoldê sê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Saint-Avold yê Fransayê, di şexsê şervana YPJ’ê Arîn Serhed a ku li Kobanê şehîd bû, birayê wê Şehîd Rêzan Rûken û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Cemşîd Elî Eskerî de, hemû şervanên azadiyê hatin bîranîn.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ku li bajarê Saint-Avold ê Fransayê kar û xebatên xwe dimeşîne, di şexsê şervana YPJ'ê Arîn Serhed (Bahar Ugun) ku di 3'yê Nîsana 2024'an de li Kobanê şehîd bû, birayê wê Rêzan Rûken (Mahmut Ugun) ê ku di 26'ê Gulana 2018'an de li Colemêrgê şehîd bû û Endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê Cemşîd Elî Eskerî (Sultan Mahmud) ê ku di 14'ê Nîsana 2018'an de li eyaleta Serhedê şehîd bû, hemû şervanên azadiyê bibîranîn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştre, di sînevîzyona ku ji aliyê ciwanan ve hatibû amadekirin de, beşên ji jiyana tijî berxwedan a Arîn Serhed, Rêzan Rûken û şervanên din ên azadiyê hat temaşekirin.

Siyasetmedar Fesih Varto di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku şehîd nirxê herî mezin ê gel in û bal kişand ser dîroka berxwedanê ya kûr a gelê Kurd. Varto anî ziman ku ruhê têkoşînê yê ji rabirdûyê heta roja îro didome, bi îdeala azadî û wekheviyê jiyan dibe.

Malbatên Arîn Serhed û Rêzan Rûken jî beşdarî bîranînê bûn. Di axaftinan de pêşengiya Arîn Serhed a di têkoşîna azadiya jinê de û ruhê hevaltiyê yê Rêzan Rûken hatin destnîşankirin. Hate gotin ku rola jinan a di şoreşê de di şexsê Arîn de sembolîze bûye û fedakariya Rêzan û hevalên din jî paşeroja azad a gelan ava kiriye.

Hate diyarkirin ku Arîn Serhed li Erziromê ji dayik bûye, bi çanda gelê xwe mezin bûye û di temenekî biçûk de ruhê berxwedanê pejirandiye. Hat tekezkirin ku Arîn ku nasnameya jina têkoşer a herêma Serhedê hildaye, di tevahiya jiyana xwe de ji prensîbên azadiyê tawîz nedaye.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo”, "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.