Li Rûsyayê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Şitil hatin çandin

Kurdên li Rûsyayê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil çandin.

Li Rûsyayê pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li herêmên Kradnodar, Saratov û Stavrapolê Kurdan dar çandin û bi şahiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin.

KRASNODAR

Li gundê Platnîrovskaya yê bajarê Krasnodarê, Kurdan bi konserekê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd sînevîzyonek hate nîşandan. Hevserokê Meclîsa Kurd Tahîr Newroz û endama Komîteya Ciwanan Tîlal Dadoyev li pîrozbahiyê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku rojbûna Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd mîladeke û gelê Kurd ê ku bi li ber tunebûnê bû jinûve vejand. Her wiha gotin, bi saya Abdullah Ocalan cîhan bi Kurdan hesiyan û bi saya vê yekê gelê Kurd cihê xwe di nava gelên cîhanê de girt. Di pîrozbahiyê de hunermend Ahmed Ahmedov, Gulîzar Şaxbazova, Rûslan Aliyev û Barî Yûsûbov derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin.

SARATOV

Li bajarê Yerşov ê herêma Saratovê, Kurd li Mala Gel li hev civiyan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Endama Meclîsa Jinê Gulîzer Yûsûbova, Hevserokê Meclîsa Kurd Mîrzaalî Yûsûbov û endama meclîsê Sûltan Yûsûbov axivîn. Qisekeran bi navê Kurdên li Rûsyayê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Beşdaran li ber stranên Kamûran Gasanov û Barî Aliyev govend gerand.

STAVRAPOL

Kurdên li bajarê Stavrapolê li hev civiyan û bi ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil çandin. Herî zêde jî zarok bi şahiyê kêfxweş bûn.