Li Rennesê êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê hate protestokirin
Kurdistaniyan li bajarê Rennes yê Fransayê dijîn, êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi meşekê protesto kir.
Kurdistaniyan li bajarê Rennes yê Fransayê dijîn, êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi meşekê protesto kir.
Li bajarê Rennes yê Fransayê êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi meşekê hate protestokirin. Kurdistaniyên di saet 19.00’an de li qada Charles de Gaullesê li hec civiyan dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê û KCK’ê hatin hildan. Girseya meşê timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zapê” berz kirin.
Girseyê piştî meşê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDK parçeyek ji şerê qirêj ê dewleta Tirk e û hate gotin ku gelê Kurd wê têkoşîna gerîla hembêz bike û xeta xiyanetê û dagirkeran ji axa pîroz derxîne.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zapê” bi dawî bû.