Li Qibrisê bîranîna şehîdan

Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ji bo bîranîna Şehîdên 18'ê Gulanê çalakiyeke girseyî li dar xist.

Bîranîna li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê ya li Lîmassolê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Wêneyên ji şehîdên meha Gulanê Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) li qada bîranînê hatin daliqandin.

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li bîranînê axivî û diyar kir ku Şehîdên Meha Gulanê pêşengên meşa azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.

Ayaz bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û nirxên gelê Kurd û got, "Gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê divê bi ruhê çiyayên azad, gerîla û şehîdan li ber dagirkeriyê rabin. Kevneşopiya têkoşîna şoreşgerî ya bi Hakiyan dest pê kir di şexsê Sînan Dersim de dewam kir. Bi dilsoziya bi şehîdan û bîranîna wan a jiyanê em ê berxwedana li dijî mêtingeriyê mezin bikin û azadiyê teqez qezenç bikin."

Piştî axaftina Ayaz sînevîzyon li ser şehîdên meha Gulanê hate nîşandan.

Bîranîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.