NÛ BÛ

Li Portekîzê tramway ji rê derket: 17 kes mirin

Li paytextê Portekîz Lîzbonê tramwayek ji rê derket û li gorî agahiyên destpêkê 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 21 kes jî birîndar bûne.

Tramwaya Gloria ku yek ji avaniyeke sembolîk a bajarê Lîzbonê ye û tûrîst eleqeyeke mezin nîşan didin, roja 3’yê Îlonê di saet 18.00’an de ji rê derket. Li gorî çapemeniya welêt di encama qezayê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 21 kes jî birîndar bûne.

Serokkomarê Portekîzê  Marcelo Rebelo de Sousa têkildarî qezayê daxuyaniyeke nivîska da. Rebelo de Sousa di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku di encama qezaya tramwayê de hin welatiyan jiyana xwe ji dest dane û hin jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê roja Pêncşemê şîna neteweyî hate ragihandin.