BI DÎMEN

Li pêşiya NY’ê çalakiya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’

Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo de li Cenevreyê çalakî hate lidarxistin. Jin, Kurdistanî û dostê wan ên ku li pêşiya Ofîsa NY’ê bi pêşengiya YJK-S’ê li hev civiyan gotin, “Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re edalet.”

Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Rêber Apo de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakî hat lidarxistin. Jin û Kurdistanî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li hev civiyan.

KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ DESTPÊKA ÊRÎŞÊN LI SER GELÊ KURD E

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pişte li ser navê YJK-S’ê Antina Martîn daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Fransî xwend.

Antina Martîn got ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e û wiha got: “Ocalan 27 sal in tevî şert û mercên giran ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd têkoşînê didomîne. Mifteya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn, ji azadiya wî derbas dibe. Azadiya Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja azad a gelên herêmê jî neçarî ye.”

PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAYA ‘EZ DIXWAZIM HEVDÎTINÊ BI ABDULLAH OCALAN RE BIKIM’

Jinan di çalakiyê de ragihandin ku ew piştgiriyê didin kampanyaya “I Want to Visit Ocalan – Ez Dixwazim Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re Bikim” ku Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) dabû destpêkirin.

Nûnerên 6 Meclîsên Jinan, 5 Komunên Jinan û 3 Însîyatîfên Jinan ku di bin sîwana YJK-S’ê de birêxistinkirî ye, mafê axaftinê girtin û daxwazên xwe anîn ser ziman.

Li ser navê Komîteya Pêngavê Nejdet Atalay axivî. Atalay bal kişand ser çalakiyên nobetê yên li Cenevre û Strasbourgê dewam dike û wiha got: “Îro gelê me li seranserê Ewropayê û li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo azadiya Rêber Apo li qadan in. Ji ber ku gelê Kurd dizane ku bêyî azadiya Rêbertiyê ew jî azad nabin. Em ê têkokşînê bi vê baweriyê re mezin bikin û bibikaranîna hemû mafên xwe yên demokratîk Rêbertiya xwe azad bikin.”

DOSYA RADESTÎ RAYEDARÊN NY’Ê HATIN KIRIN

Herî dawî Berdevka YJK-S’ê Selma Surer diyar kir ku ew xwedî li kampanyayê derdikevin û dosyayên hatî amadekirin radestî rayedarên NY’ê kirine. Surer wiha got: “Me wekî 6 meclîs, 5 komun û 3 însîyatîf, dosyayên ku sedemên kampanyaya ‘Ez dixwazim hevdîtinê bi Rêber Apo re bikim’ di nav de bû, radestî rayedarên NY’ê kir. Ev daxwaz ne tenê daxwazek serdanê ye, îfadeya lêgerîna mirovahiyê ya aştî û edaletê ye.”

Surer êrîşên hikûmeta demkî ya di 6’ê Cotmehê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi bîr xist û wiha got: “Ev êrîş wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin. Em ê wekî jin û dayikên Kurd têkoşîna xwe di her şert û mercî de bidomînin.”

NOBET DI HEFTEYA 246’AN DE YE

Çalakvanan piştî daxuyaniyê serdana çalakiya nobetê ya “Niha Dema Azadiyê ye” ku 25’ê Çileya 2021’an ve li Qada Nations a Cenevreyê tê domandin, kirin. Nobet ket hefteya xwe ya 246’an.