Li Parîsê Zenda Bermal hate bibîranîn
Gerîlaya HPG’ê Zenda Bermal ya ku di sala 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Parîsê bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn.
Gerîlaya HPG’ê Zenda Bermal ya ku di sala 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Parîsê bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn.
Gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Zenda Bermal (Zîlan Elodie Şahin) ya ku di 9’ê Sibata 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li paytexta Fransayê Parîsê bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn. Malbata şehîd, xizmên wê û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîma ku bi beşdariyeke zêde hate lidarxistin de, dayika Zenda Bermal, Hamdiye Şahin, bi tîlîliyan ket qada merasîmê û wiha got: “Ez hatim daweta Zîlanê. Negirîn, îro daweta Zîlanê ye. Keça min bû bûka Kurdistanê.” Bi van gotinan wê girse silav kir. Ji ber qerebalixê, gelek kes li derva man ji ber ku salon tijî bûbû. Di dema çalakiyê de gelek caran dirûşm û tîlîlî bilind bûn.
Bername bi axaftinên Hevserokê CDK-F’yê Azad Dogan û Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan dest pê kir. Di axaftinan de hate diyarkirin ku destkeftiyên îro bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin.
Malbata Zenda Bermal jî axivî û got: “Zîlana me şehîd bû, lê bi sed hezaran Zîlanên me hene.” Sakîne Karakoçan ku di merasîmê de axivî û bal kişand ser xebatên Zenda Bermal ên li Ewropayê û têkoşîna wê di nav refên gerîla de. Karakoçan wiha got: “Gelê Kurdistanê bi dehan komkujî dît, lê serî netewand. Destkeftiyên îro bi saya Zîlanan hatine bidestxistin. Tabloya li Filistînê diyar e; sedema ku Kurdistan wiha nebûye, têkoşîna hatî dayîn e. Bi saya vê têkoşînê gelê me li ser piyan dimîne.”
Karakoçan spasiyên xwe pêşkêşî hemû dayikên şehîdan kir û bang li ciwanan kir ku xwedî li têkoşînê derkevin.
Çalakiya bibîranînê bi muzîk û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.