Li Parîsê ji bo meşa 23’ê Kanûnê serdana esnaf û malbatan kirin

Bi wesîleya komkujiya ku 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê pêk hatî, wê çalakî werin lidarxistin. Endamên TEV-ÇAND Parîsê û Meclîsa Gel a Drancy serdana malbat û esnafan kirin da ku tevlî çalakiyan bibin.

23’ê Kanûna 2023’an li paytexta Fransa Parîsê ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera komkujiyê wê meşeke navendî were kirin. Ji bo tevlîbûna meşê serdana esnaf û malbatan hate kirin.

Endamên Meclîsa Gel a Drancy û TEV-Çand Parîsê ku hunermend Farqîn û Nûarîn jî di nav de bûn, li banliyoya Drancy a Parîsê serdana esnaf û malbatan kirin. Belavokên ku amade kirîn, belav kirin.