Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin

Ciwanan li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya operasyona “Werin Cenga Azadiyê” de li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê meşek bi meşaleyan hat lidarxistin.

Di meşa ku saet 19:00’an destpê kir de ciwanan gelek caran bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, “Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em hemû PKK ne” û "Bijî berxwedana gerîla" berzkirin û ji îstasyona trenê ya Vîllîers Le Bel heta Navenda Civaka Kurd meşiyan.

Meş nêzî saetekê dom kir. Piştre ciwanan daxuyanî dan û gotin, “Roj, roja azadiya Rêbertî ye; Divê em hemû li qadan bin. Heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe em ê qadan terk nekin.”