Li Parîsê ji bo ‘Şehîdên Pirsûsê’ meşa edaletê
Li Parîsê, di salvegera 10’emin a Komkujiya Pirsûsê de 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn. Girseya ku bi daxwaza edaletê meş pêk anî, di heman demê de banga xwedîderketina Şoreşa Rojava kir.
Li Parîsê, di salvegera 10’emin a Komkujiya Pirsûsê de 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn. Girseya ku bi daxwaza edaletê meş pêk anî, di heman demê de banga xwedîderketina Şoreşa Rojava kir.
Li paytexta Fransayê Parîsê, ji bo 33 rêwiyên xeyalan yên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ku di 20ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê li pêşiya Navenda Çandê ya Amara di êrîşeke bombeyî ya DAÎŞ’ê de hatibûn qetilkirin, bi meşekê hatin bibîrxistin.
Piştî ku li Kobanê êrîşên DAÎŞ’ê hatin şikandin, ciwanan bi dirûşma “Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin” amedekariyên ji bo çûyîna Kobanê kirin. Wan xwestibûn ku li pêşiya Navenda Çandê ya Amara daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê di dema daxuyaniyê de, çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirin û 33 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Di salvegera 10’emîn a Komkujiyê de, li Parîsê bi meş û çalakiyeke hatin bibîrxistin. Hejmarek saziyên şoreşger, Young Struggle, AVEG-KON, CDK-F û malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku li ber Gare de l’Est a Parîsê kom bûyî, heta Meydana Republique meşiyan.
Di meşê de wêneyên şoreşgerên ku hatine qetilkirin, hildan û bi dirûşmên “Ji bo Pirsûsê Edalet, Şehîd Namirin!” hat berzkirin.
Girseya ku gihişt Qada Republique, li wir merasîmekî bîranînê li dar xist. Nûnerên saziyan wiha axivîn: “33 rêwiyên şoreşê, ji bo avakirina jiyana hevpar a gelan dema ku dixwestin biçin Kobanê, ji aliyê çeteyên paşverû û hov ên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin; ev êrîş ji bo têkoşîna yekbûyî ya şoreşgerên Tirk û Kurd peyamek bû. Mîrateya 33 rêwiyên, şoreşker xwedîderketina li Şoreşa Rojava ye. Xwedîderketina li xeyalên wan, berpirsyariya her kesê ku ji demokrasî, mafên mirovan û edaletê re ye, bi taybetî hemû şoreşgeran e.”
Her wiha, hate diyarkirin ku kesên li pişt komkujiyê hê jî nehatine dîtin û hêzên tarî yên ku di êrîşê de rola wan hebûye, hatine veşartin. Hate gotin ku zû an dereng ji bo ku berpirsyar bên darazandin, têkoşîn wê bidome. Girîngiya xurtkirina têkoşîna sosyalîzmê û yekbûna di têkoşîna hevpar de careke din bi xurt hate destnîşankirin.