BI DÎMEN

Li Parîsê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn

Li Parîsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Pala Rêvan, Derwêş Kop, Bîşeng û Sara di salvegera şehadeta xwe de hatin bibîranîn.

Li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Pala Rêvan, Derwêş Kop û fedayî Bîşeng û Sara bi wesîleya salvegera şehadeta xwe hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê Ya Şehîd Evîn Goyî, malbatên şehîdan û ciwanan ve hate organîzekirin. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre Mezra Botan, Agirê Jiyan, Celîl Akdogan û malbatên Şehîd Pala Rêvan û Şehîd Derwêş Kop axivîn. Di axaftinan de îşaret bi dilsoziya bi şehîdan re û xwedîderketina îdealên wan hate kirin.

Piştre sînevîzyon hate pêşandan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Çalakiya bîranînê bi belavkirina helawê bi dawî bû.