Li Osloyê li dijî êrîşên kîmyewî çalakî hat lidarxistin

Êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi çalakiyeke balkêş a ji aliyê NCDK-Osloyê ve hat lidarxistin, hatin protestokirin.

Êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla, bi lidarxistina çalakiyeke balkêş li Osloya paytexta Norwecê, hat protestokirin.

Çalakgeran, ji ber îstgeha navendî ya trenan a Osloyê, dest bi agahdarkirina bideng kir û danezan li xelkê belav kirin û behsa sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê kir.

Çalakgeran, cilên spî li xwe kirin, maske dan ber dev û difinê xwe û heta ber Parlamentoya Norwecê meşiyan.

Li ber parlamentoyê danezan hat xwendin. Çalakgeran diyar kir kur dewleta Tirk a endama NATO’yê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê dike û bi şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Norwecê, çalakî bi dawî kir.