Li Osloyê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Gelê Kurd û dostên wan bi boneya salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Osloyê meşek girseyî li dar xistin.

Gelê Kurd û dostên wan bi boneya salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Osloyê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji aliyê NCDK'ê ve hate organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, heta ber avahiya Parlamentoyê meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin.

Nûnerên Solidaritet med Kurdistan jî piştgirî dan meşê. Di meşê de jinan cihê xwe li pêş girt û pankartên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî dixwaze hate hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Frihet for Ocalan” (Ji Ocalan re azadî), “Fred i Kurdistan (Ji Kurdistanê re azadî)”, “Terorîst Erdogan ” "NATO û Tirkiye bila ji Kurdistanê derkevin“ hatin berzkirin.

Li pêşiya meclîsê Hevserokên Meclîsa Gel a Osloyê Ayser Yûce û Bavê Hesen û Nûnerê Federasyona Girtiyên Kurdistanê Fexredîn Lutfî têkildarî komployê bi Kurdî û Norwêcî axaftin kirin.

Di dawiya mîtîngê de çalakiya muzîkê ya ku ji aliyê Komîteya Çandê ya NCDK a Osloyê ve hatibû amadekirin hate lidarxistin. Stranbêj Welat Kobanê û Koroya Zarokan stran gotin.

Çalakî bi eleqeyek mezin û dirûşmeyan bi dawî bû.