Dewleta Tirk li Osloyê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li paytexta Norveç Osloyê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan pêk tîne, li paytexta Norveç Osloyê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Mîtînga ku ji aliyê NCDK’ê ya Osloyê ve hat organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Hevserokê NCDK’ê di çalakiyê de axivî û anî ziman ku Kurd her roj rûbirûyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên, sivîl tên qetilkirin û xwest ku dewletên Ewropayê li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya xwe xera bikin.

Parlementera Kurd Seher Aydar jî di mîtîngê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ku endamê NATO’yê ye, bi awayekî eşkere sûcê şer dike û wiha got: “Dagirker Erdogan li ber çavên cîhanê sûcê şer dike û li aliyê din jî ji bo Xezeyê hêsîrên tîmsehê dirijîne. Durûtiyeke wiha nehatiye dîtin. Seher Aydar hikûmeta Norveç û Wezareta Karên Derve jî bi gotinên hişk rexne kir.

Di mîtîngê de li ser navê Platforma Jinên Kurd Sara Baban jî axivî û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Tirkiye ji Rojava bicehime”, “Bi Rojava re piştevanî” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.