Li Munihê komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Li bajarê Munih ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakî hate lidarxistin. Beşdarên çalakiyê daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” kirin.
Li bajarê Munih ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakî hate lidarxistin. Beşdarên çalakiyê daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” kirin.
Li bajarê Munih ê Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo bi çalakiyekî hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd li Sendlinger Tor Platz a li navenda bajêr, hate lidarxistin. Di çalakiya ku Kurd û dostên wan beşdar bûn de, danezanên bi Elmanî hatin xwendin û axaftin hatin kirin.
Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi komploya navneteweyî hat kirin ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û 26 sal in bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo dewam dike. Beşdaran di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu, ji girtiyên siyasî re azadî” berzkirin.
Çalakî bi banga tevlîbûnê ya ji bo meşa navendî ku wê 8’ê Mijara 2025’an li Kolnê bê lidarxistin, bi dawî bû.