Li Munîhê çalakiya piştevaniyê ji bo girtiyê siyasî Tahir Koçer hate lidarxistin
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê li ber girtîgeha ku girtiyê siyasî Tahir Koçer lê tê ragirtin, çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê li ber girtîgeha ku girtiyê siyasî Tahir Koçer lê tê ragirtin, çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin.
Çalakî bi hevkariya rêxistinên antî-faşîst û rêxistinên civakî yên sivîl hate lidarxistin. Di çalakiyê de girtina Tahir Koçer hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de di şexsê Koçer de azadiya girtiyên siyasî hate xwestin û bê navber dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Ji Tahir Koçer re azadî” û “Bila dawî li qedexeya li ser PKK’ê were” hatin berzkirin.
Piştî çalakiyê ciwanan li kolanên Munîhê afîş daliqandin.