Li avahiya Navenda Xwendina Rojhilata Navîn a paytexta Rûsya Moskowê, bi beşdariya gelek siyasetmedar û kesayetiyên girîng Yekîtiya Kurdologan hate damezrandin. ,
‘EV ÎNÎSIYATÎF WÊ LÊKOLÎNEK BI QALÎTE DERXÎNE HOLÊ’
Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn Murad SadyGzade di axaftina xwe de got, “Avakirina vê rêxistinê, rûpelek nû li pêşkeftina zanistî ya ji bo xwendina mijara kurdî li Rûsya û di asta cîhanê de vedike.” Murad SadyGzade destnîşan kir ku ev înîsiyatîf wê dihêle hin hewldanên pisporan bi rêgezên cûda re hev bikin û lêkolînek nû bi qalîte derxîne holê.
‘PLATFORMEKE VEKIRÎ Û SERBIXWE YE’
Seroka Yekîtiya Kurdolojiyê Suara Shakle di axaftina xwe de armanca sereke wiha anî ziman: “Armanc ne tenê hevrêzkirina projeyên zanistî ye, lê di heman demê de ji bo danûstandina ezmûn, zanîn û xurtkirina têkiliyên pîşeyî û çandî di navbera gelan de afirandina platformek vekirî û serbixwe ye.”
‘AVAKIRINA YEKÎTIYA KURDOLOGAN GAVEK GIRÎNG E’
Hêzên siyasî yên Kurd ve jî piştgirî dane Yekîtiya Kurdologan. Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ev tişt parve kir: "Em bi dilsozî hêvî dikin ku destpêşxeriyên lêkolînê di warên ziman, dîrok, çand û sosyolojiyê de ji bo parastin û pêşxistina mîrata dewlemend a gelê Kurd bibe beşdariyek girîng. Em avakirina Yekîtiya Kurdologan ji bo xurtkirina pozîsyona wê di qada lêkolînên rojhilatî yên navneteweyî de wekî gavek girîng dibînin."
‘WÊ BINGEHEK ZEXM AVA BIKE’
PYD û DEM Partî girîngiya vê destpêşxeriyê ji bo tevahiya tevgera Kurd jî tekez kirin û gotin, "Em bawer dikin ku Yekîtiya Kurdologan wê cihê xwe yê rast li ser platforma zanistî ya navneteweyî bigire, ji bo destpêşxeriyên giştî wê bibe piştgirek û ji bo xwenasîn, azadî û edaletê wê bingehek zexm ava bike."
‘DEM HATIYE KU VALAHÎ BÊ DAGIRTIN’
Koreograf-folklorîst, xwendekara doktorayê ya Beşa Zanistên Çandî ya Enstîtuya Çandê ya Dewletê ya Moskowê Tatyana Odintsova di axaftina xwe de wiha got: "Em di serdemeke bêhempa de dijîn ku têkiliyên çandî yên di navbera Rûsya û Kurdistanê de bi pratîkî pêk bên. Demek dirêje di aliyê zanista siyasî û çandî valahiyek hebû. Niha dem hatiye ku ev valahî were dagirtin. Esas û nemiriya rastîn a dîroka gelê Kurd di mîrata wê ya hunerî de - ji reqsên neteweyî yên govendê bigire heya şêweyên xalîçeyên kevneşopî - tê eşkerekirin."
RÊXISTINÊN KURD AVAKIRINA YEKÎTIYA KURDOLOGAN PÎROZ KIRIN
Rêxistinên siyasî yên Kurd Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Welatparêz a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê şandin û damezrandina Yekîtiya Kurdologan pîroz kirin.
‘WÊ HEVKARIYA NETEWEYÎ XURT BIKE’
Organîzatoran diyar kirin ku Yekîtiya Kurdologan wê hewl bide ku bibe navendeke ku bikaribe projeyên zanistî hevrêz bike, hevkariya navneteweyî xurt bike û bala raya giştî bikişîne ser mijarên têkildarî dîrok, çand û rastiyên nûjen ên gelê Kurd.